Hewlêr (Rûdaw) - Eulamaya ku yek ji ajansên wejeyî yên herî kevn û biperestîj ên Îtalyayê ye, ragihand ku ew nûnertiya navneteweyî ya nivîskara navdar a Wêjeya Kurdî ya hevdem Suzan Samanciyê dike.
Ajansa Wêjeyê ya Eulamayê sala 1962yan hatiye avakirin û navenda wê li Romaya paytexta Îtalyayê ye.
Ajansa Wêjeyê ya Eulamayê mafên wêjeyî, lîsansên fîlm û pirtûkên dengî yên nivîskaran li seranserî cîhanê bi rê ve dibe.
Eulama wekî pireke pêwendiyê ya di navbera cîhana weşangeriyê ya Ewropa û Amerîkaya Latîn de tê naskirin.
Ajansê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew amade ne berhemên Suzan Samanciyê bigihînin weşangerên navneteweyî.
"Yek ji dengên herî resen ên Wêjeya Kurdî"
Eulamayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser cihê Suzan Samanciyê yê di Wêjeya Kurdî ya hevdem de û anî ziman:
"Suzan Samanci, yek ji dengên herî resen û berbiçav ên Wêjeya Kurdî ya hevdem e.
Ew nivîskara kuliyateke berfireh e ku ji nêzîkî 12 romanan û gelek çîrokên kurt pêk tê.
Gelek berhemên wê li zimanên cuda hatine wergerandin û ev yek jî nîşaneya wê yekê ye ku nivîsên wê di asta navneteweyî de tên ecibandin."
Mijarên sirgun, bîr û nasnameyê di navendê de ne
