Hewlêr (Rûdaw) - Berhemeke nû ya Mihemed Malmîsanij “Ber bi Etîmolojiya Kurdiyê ve Kirmancî (Zazakî), Hewramî, Kurmancî, Kurdiya Navîn (Soranî)” derket.
Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Wateyê ve hatiye çapkirin.
Ev xebat bi taybetî li ser kokên peyvên zaravayê Kirmanckî (Zazakî) disekine û wan bi peyvên zaravayên din ên Kurdî re dide ber hev.
Di pirtûkê de qala zaravayên Kirmanckî (Zazakî), Hewramî, Kurmancî û Kurdiya Navîn (Soranî) tê kirin.
Vekolîna kokên peyvên Kurdî
Ev xebata ku koka peyvên Kirmancî (Zazakî) vedikole, ne tenê ceribandineke etîmolojiyê ye, ew di heman demê de girêdanên dîrokî û zimannasî yên zimanê Kurdî jî dinirxîne.
Di pirtûkê de peyv ji aliyê wate, şêwe û guherîna dengan ve bi hûrgulî hatine nirxandin.
