Birêvebirê Pêwendiyên Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrika Sûriyeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Deriyê Sêmalkayê ketiye bin berpirsiyariya wan û rêkar hatine yekxistin. Her wiha biryar hatiye dayîn ku ew pereyê ku berê di dema hatin û çûnê de ji geştyaran dihat wergirtin, were rakirin.
Mazin Elûş, Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrika Sûriyeyê di bersiva pirsên Nalîn Hesenê de behsa wê yekê kir ku derbasbûna deriyê Sêmalkayê ya bin birêvebiriya wan nayê wateya "navneteweyîkirina derî", lê ji bo rêkxistina kar û baran e li gorî wê çarçoveya ku li hemû deriyên Sûriyeyê tê peyrewkirin.
Elûş amaje bi wê yekê jî kir ku birêvebiriyeke nû ji bo derî dest bi kar kiriye û niha nêzîkî 200 karmend tê de dixebitin, lê pêvajoya rêkxistina birêvebiriyê berdewam dike. Derbarê pira Sêmalkayê ya ku ji ber lehiyê zerer dîtibû, wî diyar kir ku dê di nava hefteyek an du hefteyan de were çêkirin.
Hevpeyvîna bi Mazin Elûş re wisa ye:
Rûdaw: Piştî ku we ragihand deriyê Sêmalkayê bi awayekî fermî bi pergala karê we ve hatiye girêdan, ma ev tê wê wateyê ku derî li gorî pîvanên we yên birêvebiriyê bûye deriyekî navneteweyî yê naskirî?
Mazin Elûş: Na, ev nayê wateya guherandina wê bo deriyekî navneteweyî, lê tenê xistina nav pergala karê desteyê ye, bi mebesta yekxistina rêkaran û rêkxistina kar û baran li gorî wê çarçoveya ku li hemû deriyên Komara Erebî ya Sûriyeyê tê peyrewkirin.
Rûdaw: Gelo birêvebiriyeke nû ji bo derî hatiye diyarkirin ku rasterast ser bi desteyê ve be, yan hûn xwe dispêrin karmendên kevn û wan di nav pergala nû de bi cih dikin? Hejmara wê hêza mirovî ya ku niha derî birêve dibe çend e?
Mazin Elûş: Belê, birêvebiriyeke nû ya ser bi Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê ve dest bi kar kiriye û serpêrştyarên hemû beşan û birêvebirê derî hatine diyarkirin. Ligel vê yekê jî, me hejmarek ji karmendên kevn hiştine da ku kar berdewam bin û ranewestin, çi di birêvebirina hatina kel û pelan de û çi jî di tevgera geştyaran de. Derbarê hêza mirovî de, pergala berê xwe dispart şandiyên çend birêvebiriyên cuda, niha nirxandineke giştî ji bo karmendan tê kirin da ku li gorî jêhatîbûn û şarezayiyê werin dabeşkirin. Hejmara karmendan niha nêzîkî 200 kesî ye, lê pêvajoya rêkxistinê berdewam dike.
