Hewlêr (Rûdaw) - Baregehên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî dibin hedefa Amerîka û Îsraîlê.
Amerîka û Îsraîlê di roja duyem a êrişên li ser Îranê de (1ê Adara 2026an) serê sibehê û êvarî bi balafir, mûşek û dronan êrişeke giran bir ser bi dehan baregeh û navendên leşkerî û ewlehiyê yên hêzên Komara Îslamî ya Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê.
Li Rojhilatê Kurdistanê êrişên li ser baregeh û navendên leşkerî yên Îranê roja duyemîn jî domîn.
Di van êrişan de zêdetir baregehên Supaya Pasdaran û hêzên parêzvanên sînor bûn armanc.
Li Urmiyeyê 3 efser û leşkerek hatin kuştin
1ê Adara 2026an beriya nîvro û nîvro, li derdora bajarê Urmiyeyê leşkergehên Supaya Pasdaran ên bi navên "Elmehdî" û "Malikê Eşter" bûn armanc.
Her wiha li navenda Urmiyeyê jî baregeha fermandariya polîsan û hêzên parêzvanên sînor ên parêzgehê hatin armanckirin.
Fermandariya Polîsan a Parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku di êrişê de 3 efserên payebilind û leşkerek hatine kuştin.
Li nêzîkî bajarê Kirmaşanê jî Biryargeha “Necefê Eşref”ê ya Supaya Pasdaran hat bombebarankirin.
Ev biryargeh tevger û çalakiyên Supaya Pasdaran ên li parêzgeha Kirmaşanê bi rê ve dibe.
