Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku ew ji ber êrişa dronî ya li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelekî xemgîn in.
Omer Çelîk got, “Em hêviyên xwe yên silametiya ji bo cenabê Nêçîrvan Barzanî dişînin.
Em ji nêzîk ve di pêwendiyê de ne û wî gelekî sûd gihandiye pêwendiyên dostane yên di navbera Birêvebiriya Bakurê Îraqê û Tirkiyeyê de.”
Berdevkê Partiya Dad û Bipêşketinê (AK Partî) Omer Çelîk piştî civîna Komîteya Birêvebiriya Navendî (MYK) ya partiya xwe konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Omer Çelîk li ser êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û pêşhatên dawî axivî.
Omer Çelîk di axaftina xwe de amaje bi êrişa dronî ya li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê da û got:
“Ez dixwazim hêviyên me yên silametiya ji bo cenabê Nêçîrvan Barzanî ragihînim.
Ew bi xwe kesek e ku em ji nêzîk ve di pêwendiyê de ne, bi hev dişêwirin û em ji mêj ve nas dikin.”
Çelîk bal kişand ser rola Nêçîrvan Barzanî ya di pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de û wiha pê de çû:
“Nêçîrvan Barzanî siyasetmedarek e ku gelekî sûd gihandiye avakirina pêwendiyên dostane yên di navbera Birêvebiriya Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) û Tirkiyeyê de.
Em ji ber vê êrişê gelekî xemgîn in û gelekî kêfxweş in ku ti ziyanên canî çênebûne.”
Berdevkê AK Partiyê ragihand ku ew girîngiyeke mezin didin Herêma Kurdistanê û anî ziman:
“Em her tim li gel birayên xwe yên Kurd ên li Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) ne û em girîngiyê didin ewlehî, aramî û xweşguzeraniya wan."
"Kurd neketin nav şerê Îranê"
Çelîk diyar kir ku aliyê Îsraîlê li gel hinek kom û aktoran di nav pêwendiyê de ye ku Kurdan bikişînin nav şerê li Îranê û li ser vê mijarê wiha axivî:
“Lê birayên me yên Kurd ên li Îranê û yên li Bakurê Îraqê pir bi aqilmend tevgeriyan.
Serokên civakî û rûspiyên Kurdan eşkere ragihand ku ew dê bi ti awayî nebin beşek ji vî şerî.”
Omer Çelîk her wiha pesnê rol û helwesta Kurdan a di şerê li herêmê de da û da zanîn:
