Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku îro bi 3 "mûşekên balîstîk" êrişî baregeheke wan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyan ê PAKê Edîb Xalîdiyan, ji Rûdawê re got, "Îro bi 3 mûşekên balîstîk êrişî baregeha me ya PAKŞARê ya li nêzîkî Balîsanê hate kirin."
Li gorî gotina Xalîdiyan, di vê êrişê de Pêşmergeyekî wan birîndar bûye.
