Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kevirên reş ên bazalt ên Qerejdaxê ji ber taybetmendiyên xwe yên îzolasoyonê dîsa bûne çavkaniya eleqeyê.
Li gundê Qusquliyê yê navçeya Curnê Reş jî koşkeke mêvanan a ku bi van keviran hatiye çêkirin bala mirovan dikişîne.
Li herêmên Riha û Amedê ku havînan germeke zêde heye, bikaranîna kevirên Qerejdaxê di çêkirina xanî û avahiyan de zêde bûye, lewra ev kevir avahiyan hênik digirin.
Harun Turgut diyar kir ku wan kargeha keviran ava kiriye û got:
"Ev kevir, kevirê Qerejdaxê ye. Me bi vî kevirî odeyek (koşk) çêkir. Ev ode ji bo mêvanan e.
Mêvanên ku vê odeyê dibînin pir memnûn dibin û hinek dixwazin mîna vê odeyê ji xwe re çêbikin."
Temenê wan 200 sal e
Avahiyên ku bi kevirên reş tên çêkirin saxlemtir in û temenê wan dirêj e.
Bi taybetî li navçeya Siwêregê piraniya mizgeft û avahiyên fermî yên dîrokî bi van keviran hatine çêkirin ku bi sedan sal in li ser pêyan e.
