Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Koyeyê ragihand ku îro danê sibehê bi sê dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hatiye kirin.
Her wiha çavkaniyan ji Rûdawê re da zanîn ku di êrişê de mûşek jî hatine bikaranîn.
Qaymeqamê Navçeya Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re got, "Îro Sêşemê bi sê dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li sînorê navçeya me hat kirin."
Kampa Azadiyê taybet e bi malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î).
"Kesek birîndar bû"
Qaymeqamê Koyeyê diyar kir, "Di encama êrişê de kesek birîndar bûye lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e."
