Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê diyar kir ku ew hewl didin şer raweste û ew rewşa komên Kurd ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh li Enqereyê di bernameya fitarê de li gel nûnerên saziyên medyayê axivî.
Hakan Fîdan amaje bi wê yekê kir ku di şerê yekem ê li herêmê de jî nîşanên liv û tevgereke bi vî rengî dîtine û niha jî ew komên Kurd ên li Îranê dişopînin û analîz dikin.
"Em tifaqa komên Kurd dişopînin"
Hakan Fîdan got, “Mijara herêma bêteror hinekî mijarek e ku pêwendiya wê bi Sûriye, Îraq û Îranê re heye” û wiha domand:
“Niha liv û tevgereke wiha çêdibe yan nabe, em vê ji nêzîk ve dişopînin.
Yanî em dibînin ku komên Kurd ên di xetên cuda de tên cem hev û tifaqan ava dikin, daxuyaniyên hevpar didin. Em van ji nêz ve dişopînin.
