Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê termê Cemîl Ozkana 80 salî ya ku lê digeriyan li nav zeviyekê hat dîtin.
Cemîle Ozkan li gundê Mistefamilîkê yê Qoserê winda bûbû.
Xizmên Cemîleyê doh Navenda Bangên Bilez a 112ê agahdar kir.
Piştî daxwaza alîkariyê, tîmên Gerînendehiya Karesat û Rewşên Bilez a Bajêr (AFAD) û cendirmeya li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kir.
