Hewlêr (Rûdaw) - Kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) ya li Koyeyê hat armanckirin.
Di 48 demjimêran de cara sêyem e ku baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê yên li Koyeyê tên armanckirin û vê carê êrişî Kampa Emîriyeyê hat kirin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî nava PDK-Îyê wergirtine, êriş îro berê sibehê saet 01:17an pêk hat û "Kampa EmîriyÊeyê" hat armanckirin.
Heman çavkaniyê amaje pê kir ku di encama êrişê de ti xisar çênebûne.
