Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Ebyad Ebyadê ya di navbera parêzgeha Hisîçayê ya di bin îdareya Rêveberiya Xweser û Reqayê de xaleke ewlehiyê ya hevpar hat avakirin.
Li gorî peymana di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser (Asayîş) û Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Şamê de, li ser rêya Ebyad Ebyadê xaleke ewlehiyê ya hevpar hat avakirin.
Piştî avakirina xala ewlehiyê ya hevpar, hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê vekişiyan Reqayê.
Hikûmeta Şamê ji bo xala ewlehiyê ya hevpar hêzeke xwe ya ji 10 kesî li wir hişt.
