Hewlêr (Rûdaw) - Koma "Seraya Ewliya Dem"ê ku yek ji pêkhateyên "Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" ye, berpirsyariya wan êrişên dronî yên li ser Hewlêrê li xwe girt ku vê sibehê hatibûn kirin.
Wê komê îro serê sibehê daxuyaniyek belav kir.
Komê di daxuyaniyê de ragihand ku wan bi rêya "komek dronan" baregeha hêzên Amerîkayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kiriye armanc.
Parçeyên dronan li cihên sivîlan ketin
Şeva 3yê Adarê û vê sibehê, bi zêdetirî 5 dronan êrişî Hewlêrê hatin kirin.
Ew dron bi rêya pergala parastina asmanî hatin teqandin û parçeyên wan li navçeya Behirke û nahiyeya Kesnezanê li çend cihên sivîlan ketin xwarê.
"Ji bo tola Xamineyî"
