Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê şeva borî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re bi rêya telefonê axivî.
Wezîrê Fransayê "hevsozî û piştevaniya" welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku derengiya şeva borî Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daniye.
Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê hevsozî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê, li hemberî wan êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, dubare kir.
