Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de ragihand, "Kurdên Feylî ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyî çewisandin û komkujiyê bûn."
Serok Mesûd Barzanî di 46emîn salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir.
Serok Barzanî ev roj wekî "rojeke biêş" a di "salnameya gelê Kurdistanê" de bi nav kir û di peyama xwe de bal kişand ser zilmê û anî ziman:
"Kurdên Feylî di bin desthilata şûm a rejîma berê ya Îraqê de êş û derbederiyeke zêde dîtine û ti mafên ji bo wan rewa nehatine dîtin.
