Colemêrg (Rûdaw) - Çalakî û nobeta DEM Partiyê ya li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê berdewam dike.
Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, çend parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedaran li Colemêrgê heta sibehê nobet girt.
îro li Colemergê çalakiyeke girseyî ya meşê hat lidarxistin lê polîsan bi tundî êriş kir û di encamê de polîsek, rojnamegerek û 2 welatî birîndar bûn.
DEM Partî û hinek xelkê Colemergê xwest li ber Şaredariyê ku qeyûm li ser hatiye danîn daxuyaniyekê bide lê polîsan rê neda.
Parlementerê Colemergê Onur Duşunmez got:
“Em biryara binpêkirina îradeya gelê xwe qebûl nakin û em dê bexwedana xwe berdewam bikin.”
Piştî ku bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser Şaredariya Colemergê hat danîn, di serî de DEM Partî, gelek saziyên sivîl û hinek partiyên siyasî ji bo piştirigiriyê berê xwe da Colemergê.
Lê parêzgariyê 7 rojan hemû cure çalakî û daxuyanî qedexe kirin.
“Li hemberî gelê Kurd şerek heye”
Parlamenterê berê yê Colemêrgê Saît Dede got:
