Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê dronek ket xwarê û zerera madî çêbû.
Her wiha îşev li navçeya Çomanê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê jî dronek ket xwarê.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Soranê Endam Cebar ragihand ku îşev derdora saet 09:50î welatiyên Soranê dengê teqîneke mezin bihîstiye.
#VÎDEO - Dîmenên bombebarankirina Soranê bibînin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 5, 2026
Agir bi cihê êrişê ketiye û dû bilind dibe pic.twitter.com/HdeoCg5jVY
Endam Cebar da zanîn ku dron li nêzîkî mala Şehîd Adil Muhacir ketiye xwarê û ji bo lêkolînê hêzên ewlehiyê yekser çûne cihê bûyerê.
Divê were gotin ku Adil Muhacir fermandeyekî navdar ê Pêşmergeyan bû û di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketibû.
Welatiyekî ku nêzîkî cihê bûyerê bû ji Rûdawê re got, “Dengekî gelekî mezin hat û ketina dronê zerera madî çêkiriye.”
