Hewlêr- (Rûdaw) - Berpirsekî ewlehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, derengiya şeva pêncşemê bi du dronan êrişî Qada Petrolê ya Sersingê ya li parêzgeha Dihokê hate kirin ku ji aliyê kompanyaya HKN Energy ya Amerîkî ve tê birêvebirin.
Şêwirmendê Asayîşa Kompanyayên Petrolê yê li Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Karwan Baban, ji Rûdawê re ragihand ku êriş di saet 21:23 û 21:30î de çêbûye û di wê demê de du dronan li Qada Petrolê ya Sersingê ketine.
Baban di berdewamiyê jî de got, “Di êrişê de ti zererên canî çênebûn” û destnîşan kir ku zererên madî gihîştine qada petrolê.
Karwan Baban da zanîn ku piştî bûyerê kompanyayê hilberîna li qada petolê rawestandiye.
Qada Petrolê ya Sersingê li parêzgeha Dihokê ye û yek ji wan pêgehên enerjiyê ye ku ji aliyê HKN Energyyê ve li Herêma Kurdistanê tê birêvebirin.
