Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku wan bi sê mûşekan baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuyaniya Biryargeha Hatemul Enbiyayê ya Pasdarên Îranê belav kir.
Li gorî nûçeyê, biryargehê ragihandiye ku wan bi sê mûşekan li baregehên partiyên mixalif ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê daye.
Li aliyê din, hatibû ragihandin ku li gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê teqînên bihêz çêbûne ku ew gund cihê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Hinek dezgehên medyayî yên Amerîkayê îdia kiribû ku hinek hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê derbasî axa Îranê bûne lê wan dezgehan xwe naspartibû ti çavkaniya diyar.
Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku ti Kurd ji sînor derbasî aliyê Îranê nebûne.
Fermandarekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî ji Rûdawê re got:
“Em ji bo her egerê amade ne û destê me vekirî ye lê heta niha bi ti awayî me hêz neşandine Rojhilatê Kurdistanê û ew nûçeyên hatine belavkirin ne rast in.”
Odeya Operasyonê ya Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî daxuyanî da Rûdawê.
