Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Raperînê peyamek belav kir û got, “Raperîn peyama azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye.”
Serok Barzanî her wiha hêvî kir ku pirsgirêkên herêmê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro bi boneya 35 saliya destpêkirina Raperîna xelkê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya têkoşer û azadîxwazên ku di gihîştina vê destkefta mezin de xwedî rol bûn.
peyama Serok Barzanî wiha ye:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya salvegera 35emîn a destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, xelkê dilovan ê Kurdistanê û hemû wan nîştimanperwer, têkoşer û azadîxwazan dikim ku di bidestxistina vî destkefta giranbuha ya gelê me de roleke wan hebûye.
'Raperîn hilgira peyama teslîmnebûnê ye'
