Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aştî û aramiyê.”
Îro salvegera 35emîn a raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê sedemê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî peyama, “Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aştî û aramiyê” da û got:
“Parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me yên destûrî, tenê bi yekrêzî, lihevhatin û berpirsiyariya hevpar a neteweyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê dibe.”
Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, peyama Nêçîrvan Barzanî ev e:
“Îro em bi rûmetê ve bîranîna 35emîn salvegera Serhildana Mezin a Adara 1991ê bi bîr tînin. Bi vê boneyê, ez pîrozbahiyên germ pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên li hundir û derveyî welat dikim.
Silav û rûmetê ji bo giyanên pak ên şehîdên serhildanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê dişînim.
Serhildan xaleke veguherînê ya dîrokî û bersiveke çareserker a gelê Kurdistanê bû di redkirina zilm û zordariyê û di pêngavekê ber bi azadî û serkeftinê ve.
Ev bîranîna pîroz di demekê de ye ku herêm di rewşeke aloz û hesas re derbas dibe.
