Hisîça (Rûdaw) - 59 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di şerê dawî yê li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê de hatibûn girtin, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan.
Ew şervan gihiştin bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê.
Di dîmenan de tê dîtin ku Fermandarê Asayîşa Rêveberiya Xweser Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) şervanên hatine berdan pêşwazî kir.
Heta niha 59 şervan hatine berdan û çarenivîsa bi sedan şervan û sivîlên din hîn ne diyar e.
Şehîdê ku sax vegeriya malê
Hîn meha Remezanê ye lê cejn li mala şervanekî zû hat.
Rêdûr Kasir Mihemedê ku beriya mehekê wekî şehîd hatibû ragihandin, derket holê ku li zindaneke bajarê Hemayê dîl hatiye girtin û sax e.
Dayika şervanê Kurd Xisûn Omeriyê got:
“Ez bi bazdan çûm û min ew hembêz kir. Min xwe negirt. Ez qurbana te bim şervano! Şervanê sax, şehîdê sax, ez naxwazim ji min dûr bikeve.
Ez tim diçim û têm lê dinêrim. Kî tê dibêje, 'Yadê te digot sax e, me bawer nedikir lê dilê te rast derket'.”
45 rojan dîl ma
Rêdûr Kasir Mihemed û 15 hevalên xwe 18ê Kanûna Paşîn li xala xwe ya leşkerî ya li ser rêya Ebyedê ya di navbera Hisîça û Reqayê de dikevin dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Ew 4 rojan şer dikin û li ber xwe didin lê di dawiyê de cebilxaneya wan namîne û dîl dikevin destê Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Rêdûr 45 rojan di destê wan de dîl dimîne.
Şervanê Kurd Rêdûr Kasir Mihemed li ser wan rojên xwe got:
“15 rojên destpêkê me kes nedidît. Me nizanibû li derve çi dibe, gihiştin Hisîçayê, negihiştin, malbatên me sax in an mirine?
