Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îlîçê ya parêzgeha Erzinganê cenazeyê yek ji 9 karkerên ku di bin kanzaya zêran de mabûn piştî 53 rojan hat dîtin.
13ê Sibata 2024an li navçeya Îlîçê ya Erzinganê kanzayeke zêran a kompanyaya Anagoldê hilweşiyabû û 9 karker di bin axa kanê de mabûn.
Ji wê rojê ve karûbarên lêgerîna wan karkeran berdewam in.
Li gorî zanyariyan cenazeyê yek ji wan karkeran Ugur Yildizê 32 salî 53 rojan piştî bûyerê hat dîtin.
Cenazeyê Ugur Yildizê ku şofêrê barhilgirekê bû di nava barhilgirê de hat dîtin.
