Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Qiyamê ya Hezretî Îsa pîrozbahî li hemû Xiristiyanên Îraq, Kurdistan û cîhanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand:
"Em tekezî li ser pêbendbûna Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina çanda bihevrejiyan û tebayiya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de dikin."
Serokwezîr hêvî xwest ku ev cejn aştî û aramiyê bi xwe re bîne û bibe sedema bidawîhatina şer û nexweşiyên li Kurdistan û herêmê.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
"Ji bo Cejna Qiyamê ya Hezretî Îsa, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ ji hemû Xiristiyanên Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê dikim.
