Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha herî kêm 32 navend û baregehên Supaya Pasdaran û Besîcê li bajar û bajarokên parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatin armanckirin.
Li gorî agahiyan, heta êvara îro 32 baregeh û navendên Supaya Pasdaran û Besîcê li parêzgeha Îlamê bi dijwarî hatine bombebarankirin.
Cihên ku hatine bombebarankirin:
Birêvebiriya Giştî ya Besîca Parêzgeha Îlamê
Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Îlamê
Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Dêloranê
Baregeha Besîcê ya bajarê Sîrwanê
Komelgeha Hêzên Taybet a Parêzgeha Îlamê
Navçeya Mukawemeya Besîcê ya Serawbaxê
Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Bedreyê
Birêvebiriya Îtlaeta Parêzgeha Îlamê
Fermandariya Besîcê ya bajarê Mêranê
Baregeha Besîcê ya bajarê Mêranê
Navçeya Mukawemeya Besîcê ya bajarê Sîrwanê
Fermandariya Besîcê ya Dereşarê
Fermandariya Besîcê ya Dêloranê
Fermandariya Besîcê ya Melekşahiyê
Fermandariya Besîcê ya Bedreyê
