Hewlêr (Rûdaw) - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê li navçeya Qelqeliyê ya Wanê peyamên girîng dan û got, "Dem hatiye ku di pêvajoya çareseriyê de gavên pratîk bên avêtin."
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan doh (5ê Adara 2026an) beşdarî bernameya fitarê ya Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê bû.
Buldan li wir derbarê pêvajoya çareseriyê, amadehiyên yasayî û rewşa Abdullah Ocalan axivî.
"Em dizanin ku dê aştiyeke bi rûmet pêk were"
Pervîn Buldanê bal kişand ser nîqaşên li ser nasname û çanda Kurdan û wiha got:
"Ev pêvajo nabe pêvajoyeke ku em dê stûyê xwe li ber kesên ku vî welatî bi rê ve dibin xwar bikin.
Ji destpêkê ve haya me ji berdêl, têkoşîn û hemû azarên ku me dîtine heye.
Em dizanin ku di dawiya vê pêvajoyê de aştiyeke bi rûmet dê pêk were."
Pervînê diyar kir ku divê kes vê rewşê şaş fêm neke û hesaban li ser qirkirina Kurdan neke.
Wê destnîşan kir ku Kurdan bi dayîna berdêlan ziman, çand, vîn û nasnameya xwe bi dest xistiye.
