Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî û xulekên destpêkê yên îro bi dron û mûşekan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Dengê teqînan li Hewlêr, Silêmanî, Soran û Koyeyê hat bihîstin.
Di van êrişan de baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên malbatên wan hatin bombebarankirin.
Êrişên li ser Koyeyê
Destpêkê saet 20:00ê şeva borî bi dronek û mûşekekê, kampeke penaberan a malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li qezaya Koyeyê (Hewlêr) hat bombebarankirin.
Malpera PDK-Îyê ragihand ku êrişê tenê zerera madî gihandiye kampê.
Her li gorî heman malperê, saet 22:20ê şeva borî kampeke din a xizmên Pêşmergeyan a li Koyeyê bi mûşek û dronekê hatiye bombebarankirin.
Hat diyarkirin ku di wê êrişê de jî tenê zerera madî çêbûye.
Rewşa li Hewlêr û Silêmaniyê
Li gorî agahiyên Rûdawê, ji saet 22:20 heta 23:00yê şeva borî li asmanê Hewlêrê û derdora wê 7 dron hatine teqandin.
Di gel destpêkirina rojeke nû, êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kir.
Wan êrişan bi taybetî baregeh û kampên xizmên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kirin armanc.
Saet 12:20ê şevê li asmanê bajarê Silêmaniyê dengê teqînekê hat bihîstin.
Berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand:
"Baregeha pêwendiyan a Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ket ber êrişeke asmanî lê ti ziyana canî nebûye çimkî baregeh vala bû."
Di heman demê de careke din bi 2 dronan êrişî kampên penaberan ên li Koyeyê hat kirin.
Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re daxuyand, "Yek ji dronan hat têkbirin û ya din jî ket xwarê."
Saet 12:40î careke din bi dronan êrişî kampên penaberên Rojhilatê yên li Koyeyê hat kirin.
Bi çend xulekan pişt re careke din bi dronan êrişî heman kampê hat kirin.
