Stenbol (Rûdaw) - Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê û girtina Tengava Hurmizê, bandoreke mezin li bihayê sotemeniyê ya li Tirkiyeyê kir.
Di nava mehekê de herî kêm 15 caran tabelayên benzînxaneyan hatin guhertin.
Tê çaverêkirin ku şeva 6ê Nîsanê bihayê lîtreya mazotê 7 lîre û 65 qurişan biha bibe û li Stenbolê bigihe 85 lîreyî.
Pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiyê
Tirkiye ji sedî 92yê petrola xwe û ji sedî 99ê gaza xwe ya xwezayî ji derve dikire.
Li gorî amarên Wezareta Enerjiyê, her gava ku bermîla petrolê dolarekî biha dibe, mesrefa wê ya ji bo Tirkiyeyê 400 milyon dolar e.
Benzînxane qerebalix in
Li navçeya Bakirkoya Stenbolê, li ber benzînxaneyan rêzên dirêj ên otomobîlan çêbûne.
Welatî berî ku bihayê nû were pêkanîn hewl didin depoyên xwe tijî bikin.
Bihabûna sotemeniyê ne tenê li ser tabelayan e lê di heman demê de bihayê naqliyat û lojîstîkê jî bilind dike ku dibe sedema giranbûna xurek, sebze û fêkiyan.
Dengê welatiyan û karsazan
Şofêrê taksiyê Emîrhan Erol ji Rûdawê re got, "Ji sedî 25ê qezenca me tenê li sotemeniyê diçe.
Ji sedî 50 jî ji bo mesrefên taksiyê ne. Em êdî hatine wê astê ku dev ji kar berdin çimkî her roj mazot giran dibe."
Welatiyê bi navê Îsmaîl Sarica got, "Ji ber giranbûna sotemeniyê em êdî bi otomobîla xwe naçin her derê.
Çavkaniya enerjiyê li welatê me nîne, lewma em rûbirûyî van geşedanên ji derve ne."
Welatiya bi navê Serpil Kalinê jî got, "Bihabûna enerjiyê bandoreke xerab li jiyana me kir.
Me kirîna kel û pelên xwe kêm kiriye. Bihayê sebze û fêkiyan pir zêde ye."
Esnafê bi navê Sadik Çîçek jî got, "Mazot çi qasî biha bibe, sebze û fêkî jî ew qasî biha dibin.
Berê me 100 kase difrotin, niha em tenê 20 kaseyan difroşin. Em zererê dikin."
Gaz û elektrîk û jî biha bûn
Ji ber bandora şer, ji 4ê Nîsanê ve li seranserê Tirkiyeyeyê bihayê elektrîk û gaza siruştî jî ji sedî 25 giran bûye.
Her çi qasî hikûmet bi pergala bacê hewl dide bihayê mazotê li dora 75 lîreyî bihêle jî lê bihayê rastîn niha 93 lîre ye.