Hewlêr (Rûdaw) - Erdên çandiniyê yên li parêzgehên Mêrdin û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê bi berfê spî bûne û vê yekê piştî hişkesaliya par, hêviyên cotkaran geş kir.
Pisporên çandiniyê diyar dikin ku berf di demeke krîtîk de bariye, ji ber ku tovên di bin axê de ji ber tîbûnê xetereya pûçbûnê dijiyan.
Berfa zêde ya hefteya borî bandoreke erênî li zeviyên çandiniyê kir.
Endezyarên çandiniyê didin zanîn ku berf di wextekî gelekî girîng de bariye.
"Tov hêdî hêdî pûç dibûn"
Endezyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu bal kişand ser xetereya hişkesaliyê û got:
“Îsal hişkesalî zêde bû, payîzxêr neket û cotkaran jî toximê xwe yê ce, nîsk û genim di nav axa hişk de çandin.
Lê belê ji ber ku baran nebariya toxim diriziya û hêdî hêdî pûç dibû. Vê hefteyê bi barîna berfê ew pirsgirêk ji holê rabû.”
