Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku nûçeyên vekişîna artêşa wan a ji Serê Kaniyê û Girê Spî ne rast in û leşker li ser erka xwe ne.
Di rojên dawî de hatibû îdiakirin ku Artêşa Tirkiyeyê ji her du navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê vekişiyaye.
Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê daxuyaniyek da ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê û ew îdia red kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Bêyî ku ti daxuyanî werin dayîn, nûçeyên bi vî rengî hatine belavkirin ku leşkerên Tirk ji herêma Operasyona Kaniya Aştiyê vekişiyane.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li herêma Kaniya Aştiyê li ser erka xwe ne. Di vê mijarê de ti guhetin çênebûne."
