Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji bo helkefta 8ê Adarê Roja Cîahnî ya Jinan de got, “Jin dikarin aştî û demokrasiyê bînin.”
Ocalan her wiha di peyama xwe de ragihand ku "meseleya şoreşa jinê di ser hemû meseleyan re ye".
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, di mîtînga 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin.
Peyama Ocalan ji aliyê endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayazê ve bi Kurmancî û ji aliyê Gulbahar Alpsoyê ve jî bi Tirkî hat xwendin.
"Bingeha çareseriyê azadiya jinê ye"
Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku bingeha çareseriya hemû pirsgirêkên civakî azadiya jinê ye û got:
"Ez azadiya jinê dixim rêza yekem. Pirsgirêka azadiya jinê, pirsgirêka navendî û herî girîng a serdemê ye."
Ocalan destnîşan kir ku şertê bingehîn ê gihîştina civakeke demokratîk, pêwendiya azad û wekhev a bi jinê re ye.
Rexneya li sîstema kapîtalîzmê
Ocalan di peyama xwe de sîstema kapîtalîst rexne kir û li ser rola wê ya li dijî jinan got:
"Di sîstema dewletparêz de jin wekî malekê ye. Ji bo fêmkirina kapîtalîzmê, divê mirov rewşa jinê ya ku hatiye metakirin fêm bike."
