Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji ber êrişên li Herêma Kurdistanê hişyarî da Bexdayê û got, “Sînorekî ji bo van êrişan deynin.”
Serok Mesûd Barzanî li dijî êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan tên kirin peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku bêhnfirehiya wan jî sînorekî xwe heye û got, "Pêşmerge ti caran zilm û zoriyê ji ti aliyekî qebûl nekiriye."
Serok Barzanî bangî Hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî kir ku bi cidî bikevin ser xetê û sînorekî ji bo van êrişan deynin.
"Gelê Kurdistanê ti caran li gel şer nebûye"
Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de bal kişand ser dîroka gelê Kurdistanê û got:
"Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de ti caran li gel şer nebûye. Her tim xwestiye aştî û bihevrejiyan hebe.
Eger şer lê hatibe sepandin jî gelê Kurdistanê xwe û mafên xwe parastine.
Ev prensîbeke neguhêr e û ji baweriyeke xurt û çanda dewlemend a aştîxwazî û bihevrejiyana gelê Kurdistanê çavkaniyê digire."
"Cihê matmayînê ye"
Serok Barzanî diyar kir ku cihê mixabiniyeke mezin e ku niha şer û aloziyeke zêde li herêmê heye.
Serok Barzanî anî ziman ku niha û berê jî her tim hêviya wan ew bûye ku hemû pirsgirêk û alozî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin û wiha pê de çû:
"Çimkî şer her tim dibe sedema wêranî û malwêraniyê.
Di vê çarçoveyê de cihê matmayîneke mezin e ku hinek kom û alî di bin navê 'muqawemeyê' (berxwedanê) û bi hincet û dirûşmên bêbingeh de êrişî cihên sivîl û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin.
