Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbat û hevkarên Welat Tahir re xwest ku şeva borî di êrişa dronan a li ser Balafirgeha Hewlêrê de şehîd ket.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
"Welat Tahir di encama êrişeke terorîstî ya neheq û zalimane ya li Herêma Kurdistanê de şehîd ket.
Wî dema ku erka parastina ewlehiya welêt bi cih dianî canê xwe da."
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji bo karmendên asayîşê yên ku di êrişê de birîndar bûne şifaya bilez xwest.
Peyama Nêçîrvan Barzanî
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Ez sersaxiyeke kûr ji malbat, xizm û hevkarên karmendê asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Şehîd Welat Tahir re dixwazim. Ez hevparê xema wan im.
