Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî da peymana agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de û got, "Ev bi pêşketin, ji bo kêmkirina alozî, parastina sivîlan û vegerandina diyalogeke avaker gaveke girîng e."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew bi mercê vekirina Tengava Hurmizê, agirbesteke dualî ya 2 hefteyî ya li gel Îranê qebûl dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
"Ez piştgiriyê didim peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de.
Ev bipêşketin, ji bo kêmkirina alozî, parastina sivîlan û vegerandina diyalogeke avaker gaveke girîng e.
