Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin ji aliyê NATOyê ve hatiye têkbirin.
Hat diyarkirin ku hinek parçeyên mûşekê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketine xwarê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastina asmanî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye îmhakirin."
Hat zanîn ku hinek parçeyên mûşekê li Dîlokê ketine erdên vala.
Wezaretê ragihand ku di vê bûyerê de ti zererên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.
