Hewlêr (Rûdaw) - Doh (9ê Adarê) hinek navendên leşkerî û ewlehiyê yên li parêzgehên Sine û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Lê belê li gorî 9 rojên pêşî armancgirtina saziyên ewlehî û leşkerî yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kêm bû.
Li gorî lêkolîna Rûdawê, doh li parêzgehên Urmiye, Kirmaşan û Îlamê ti cih nehatiye armanckirin.
Li parêzgeha Sineyê leşkergehek û li Loristanê jî çend baregehên leşkerî û cihên mayîna hêzên Îranê hatin bombebarankirin.
Sine
Li bajarê Sineyê Biryargeha Şehramferê ya Supaya Pasdaran a ku çen caran bûbû hedef careke din hat bombebarankirin.
Li gorî wan vîdeoyên ku piştî bombebarankirina leşkergehê hatine belavkirin, ew cih bi dijwarî hatiye armanckirin.
Dûxaneke zêde ji cihên bombebaranan bilind bûye û dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de Biryargeha Şehramferê yek ji wan cihan e ku li Sineyê herî zêde hatiye bombebarankirin.
Biryargeha Şehramferê, ji girîngtirîn navendên fermandariyê yên Supaya Pasdaran ên li Rojhilatê Kurdistanê ye û sînorê çalakiyên wê li Sineyê ye.
Navenda fermandariya wê biryargeha li bajarê Sineyê ye û serpereştiya operasyonên supayê li bajarên din dike.
Bi taybetî jî serpereştiya operasyonên Sewlava, Merîwan, Bane, Seqiz û beşeke herêma Hewramanê dike.
Erkê sereke yê wê biryargehê, rûbirûbûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê û çavdêrîkirina karên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê ye.
Xuremava
Doh saet 15:30î bi dema Rojhilatê Kurdistanê, li Xuremavaya navenda parêzgeha Loristanê baregeheke leşkerî, saloneke werzişê û depoyek û li nêzîkî bajêr jî baregeheke leşkerî bûn armanca êrişan.
Welatiyên ku vîdeo belav kirine dibêjin, saloneke werzişê ya li kolana Temedunê ya Xuremavayê ku girêdayî şaredariyê ye, depoyek li kolana Îremê û baregeheke polîsan hatine hedefgirtin.
Her wiha li bilindahiyên derdora Xuremavayê, êrişî baregeheke leşkerî hatiye kirin ku tê gotin pergala parastina asmanî bûye.
Medyayên fermî yên Loristanê armancgirtina "çend cihan" a li Xuremavayê piştrast kiriye lê nav û agahiyên derbarê cihên ku hatine bombebarankirin belav nekirine.
Di medyayê de hatiye belavkirin ku doh li bajarê Kûhdeştê yê Loristanê navenda Îtilaeta bajêr hatiye bombebarankirin.
Di encama êrişê de zerer gihiştiye hinek avahiyên niştecihbûn û bazirganiyê lê êriş nehatiye piştrastkirin.
Ji ber qutkirina înternetê û sînordarkirina belavkirina agahiyan, piştrastkirina hemû wan cihên ku tên armanckirin zehmet bûye.
