Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva borî di demên cuda de bi dronan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû êriş hatine têkbirin û dron hatine bêbandorkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:
"Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgiriya aştî û aramiyê bûye.
Di vê pêvajoyê de em nebûne beşek ji şer û aloziyê û em dê nebin jî.
Tevî ku li herêmê agirbest hatiye ragihandin jî, şeva pêncşemê di demên cuda de bi dronan êrişî gelek cihên Herêma Kurdistanê hatiye kirin."
Wezaretê li ser cihê êrişan ti hûrgilî belav nekirin lê anî ziman, "Hemû êrişên şeva borî hatin bipaşvedan û dron hatin xistin."
Banga rawestandina êrişan
