Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya pêbendbûna wan a bi bendên peymana 29ê Çileya 2026an û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê, sibe 400 girtî dê werin berdan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya hevguhertina girtiyan hatiye temamkirin û derbarê vê boneyê ev agahî hatin parvekirin,“Berdana girtiyan dê sibe saet 14:00an li Çarxerêya Sebaxê ya bajarê Hisîçayê pêk were.
Asayîşê daxwaz ji xelkê kir ku ji bo selametiya pêvajoyê û bi awayekî rêxistinkirî pêk were, pêbendî tedbîrên ewlehiyê bin.
