Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, li Amedê beşdarî bernameya "Hevdîtina bi Cîhana Karsaziyê re" bû.
Yilmaz ragihand ku bi xebatên komîsyona parlamentoyê û nexşerêya diyarkirî, ew di pêvajoya çareseriyê de gihîştine qonaxeke nû.
Cevdet Yilmaz di gotara xwe de bal kişand ser rewşa aloz a herêmê û giringiya aştiya navxwe ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got,
“Atmosfera ku em niha tê de ne, nîşanî me dide ku armanca ‘Tirkiyeya Bêteror’ çi qas biqîmet e.
Em hêvî dikin ku piştî geşedanên li Sûriyeyê, li Îranê jî atmosfera aştiyê ava bibe.
Di rewşeke wisa de ku li Îranê mirov neyên tahrîkkirin, pêvajoya çareseriyê dê bi awayekî bileztir û bi bandortir bi rêve biçe.”
"Aramiya li Sûriyeyê û Îranê dê pêvajoyê bileztir bike"
Yilmaz amaje bi xebatên Komîsyona Parlamentoyê da û bi bîr xist ku niha raporeke ku bi piştevaniya hema hema hemû partiyan hatiye amadekirin heye.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê ji aliyekî ve fesixkirina rêxistinê û danîna çekan li qadê bi awayekî berçav were şopandin, ji aliyê din ve jî sererastkirinên yasayî werin kirin.
