Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanan (SDI) ku rêxistineke siyasî ya Kurd e, bi daxuyaniyekê rexne li partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên endamên "Hevpeymaniya Kurdistaniyan" girt û diyar kir ku ew nehatine qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Rêxistina Demokratîk a Yarsanan ji bo berjewendiya gel û berjewendiya giştî, di van salên dawî de gelek caran hewl da diyalog, hevahengî û hevkariya di navbera partiyên Kurdan de çêbike û deriyê xwe li ti partî û rêxistinên siyasî negirtiye.
Lê belê ev partî di pratîkê de, ne amade bûn Rêxistina Demokratîk a Yarsanan di pêvajoya pêkanîna vê hevpeymaniya nû de qebûl bikin."
"Daxwazên me hatin paşguhkirin"
Di daxuyaniya Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanan de hatiye diyarkirin ku partiyên endamên vê hevpeymaniyê daxwazên fermî yên wan paşguh kirine.
Li gorî daxuyaniyê, beriya avakirina vê hevpeymaniyê, wan daxwazeke fermî ji bo avakirina encûmeneke hevkariyê û hebûna daxuyaniyekê ya hevbeş ji bo partiyên nav hevpeymaniyê şandiye, lê wan ti bersivên erênî wernegirtine.
Rêxistina Demokratîk a Yarsanan her wiha dibêje ku partiyên nav vê hevpeymaniyê, bixwe xwedî cudahiyên mezin ên îdeolojîk û siyasî ne.
"Pêwîst e em bernameya wan bixwînin"
