Hewlêr (Rûdaw) - Baregeheke hêzên Heşdî Şebiyê ya li taxa Bedirê ya li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hat bombebarankirin.
Di êrişê de 3 kes hatin kuştin.
Peyamnêrê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand, baregeha Lîwaya Taybet a Heşdî Şebiyê hatiye armanckirin.
Li gorî zanyariyan, di encama wê bombebaranê de 3 kes mirine.
