Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku wan bi xemgîniyeke mezin bihîstiye Salih Mislim koça dawî kiriye û got, “Salih Mislim dê wekî şehîdê azadî û demokrasiyê bijî.”
Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî ji malbata Salih Mislim û gelê Kurd re xwest.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat gotin:
"Me bi xemgîniyeke mezin bihîst Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Mislim koça dawî kiriye.
Em sersaxiyê ji malbata wî û ji gelê xwe re dixwazin û di vê rêya ku temenê xwe di xebata azadiyê de derbas kiriye, bi rêz û hurmet wî bibîr tînin."
"Mîrateya berxwedanê"
