Hewlêr – Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey ragihand ku tîmeke wan li baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê ye û alîkariya xistina dronên bombebarkirî dike.
Di heman demê de hat eşkerekirin ku di êrişa şeva borî ya li ser Hewlêrê de çend leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey, îro di daxuyaniyekê de tekez kir ku hebûna tîmeke leşkerî ya Brîtanyayê li baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê, ji bo parastina asmanî û têkbirina dronên bombebarkirî ye.
Healey da zanîn ku şeva borî hêzên wan di çarçoveya vê erkê de du dronên êrişkar xistine xwarê.
Li aliyê din, efserê Brîtanyayê Guy Foden ji ajansa Associated Pressê (AP) re ragihand, şeva borî baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê ku hêzên Brîtanyayê û Amerîkayê lê ne bi hejmarek dronan hatiye armancgirtin.
Efserê Brîtanyayê Nick Perry jî eşkere kir ku di êrişê de ti leşkerekî Brîtanyayê birîndar nebûne lê çend leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.
