Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana dê roja şemiyê derbasî Kobaniyê bibe û beşdarî merasîma cenazeyê Salih Mislim bibe.
Gelek siyasetmedarên Kurd dê beşdarî merasîma cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim bibin.
Ji bo merasîma cenazeyê ku dê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin, Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Hevserokên DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û her wiha siyasetmedara Kurd Leyla Zana dê amade bin.
Deriyê Sînor ê Kobaniyê dê bê vekirin
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji rayedaran wergirtine, ji bo derbasbûna siyasetmedarên Kurd a ji navçeya Sirûcê ya Rihayê ji bo Kobaniyê bi rêya Deriyê Sînor ê Mûşitpinarê, li gel rayedarên hikûmetê hevdîtin hatine kirin.
Hat zanîn ku destûra pêwîst hatiye wergirtin û ew dê roja şemiyê 14ê Adarê ji Sirûcê derbasî Kobaniyê bibin.
