Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê nahyeya Mela Qereyê ya li Mexmûrê Azad Cewher diyar kir ku di encama êrişeke bi dronan a li ser sînorê Eniya 6 a Hêzên Pêşmergeyan de 4 kes birîndar bûne.
Droneke din jî li nêzîkî nahyeya Dîbegeyê ketiye xwarê.
Azad Cewher ji Rûdawê re got, "Demjimêr 22:30an bi du dronan êrişî sînorê Eniya 6 a Pêşmergeyan hat kirin û di encamê de 4 kes birîndar bûn."
Di heman demê de, Fermandarê Hêza Xwebexş a li sînorê Çiyayê Qereçoxê, Xazî Feysel ji Rûdawê re got: "3 dron li ser asmanê navçeya Mexmûr û Çiyayê Qereçoxê re derbas bûn."
Fermandarê Hêza Xwebexş a sînorê Çiyayê Qereçoxê amaje bi wê yekê kir ku yek ji wan dronan li navbera gundên Eala û Xoşaw ên nêzîkî nahyeya Dîbegeyê ketiye xwarê.
Ev êriş di demekê de ye ku li gorî amarên heyî, ji 28ê Sibatê ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kiriye, Herêma Kurdistanê bi 277 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
