Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku leşkerekî wan di êrişeke bi dronan a li ser baregeheke leşkerî ya li Hewlêrê de hatiye kuştin.
Serokkomarê Fransayê îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku navê wî leşkerê kuştî Arnaud Frion e.
Ew di Fewca 7an a Hêzên Çiyayî de efserê pilebilind bû.
"Çend leşkerên din birîndar bûn"
Macron got: "Arno ji bo Fransayê û di dema êrişeke li Hewlêra Îraqê de canê xwe ji dest da."
Wî her wiha piştrast kir ku di wê êrişê de "çend leşkerên din ên Fransayê" jî birîndar bûne.
Macron da zanîn ku welatê wî sersaxiyê dide malbat û hevrêyên wan û piştgiriya wan dike.
Emmanuel Macron êrişên li ser hêzên Fransayê bi tundî rexne kirin û anî zimên:
"Ev êrişa li ser hêzên me yên ku ji sala 2015an ve li dijî DAIŞê şer dikin, bi ti awayî nayê qebûlkirin."
"Şerê li Îranê nikare bibe hincet"
Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku hebûna wan a li Îraqê tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ye û got:
