Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Baregeha Qesrikê ya li bakurrojavayê Hisîçaya (Hesekê) Rojavayê Kurdistanê dronek xist xwarê.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) yên ku li Baregeha Qesrikê ya li nêzîkî bajarokê Til Beyderê yê bakurê Hisîçayê bi cih bûne dronek xist xwarê.
Li gorî agahiyan, vê dronê hewl dida êrişî baregehê bike.
Li gorî heman çavkaniyan, ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîka yên li ser Îranê ve ev cara duyem e ku ev baregeh bi dronan tê armancgirtin.
Divê were gotin ku pêr (çarşem) karwanekî leşkerî yê Amerîkayê yê ku ji wesayîtên zirxpoş û barhilgirên tiji kel û pelên leşkerî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.
Baregeha Qesrikê
Ev baregeh wekî yekê ji saziyên leşkerî yên herî mezin ên Amerîkayê yên li Sûriyeyê tê hesibandin û sala 2015an hat avakirin.
Meha Kanûna Paşîn a îsal hêzên Amerîkayê beşek ji kel û pelên xwe yên leşkerî ji baregeha Qesrikê veguhastibûn.
Ew di demekê de bû ku gotegot hebûn Washington dawîanîna li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê dinirxîne.
