Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Li gorî şopandina Rûdawê, îro înê 12 êrişên dronî û mûşekî li ser parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û di encamê de 2 kes birîndar bûne.
Berpirsekî payebilind ê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re got:
"Îro piştî nîvro bi 5 dronan û 2 mûşekan Kampa Azadiyê ya me ya li navçeya Koyeyê hat bombebarankirin."
Her îro demjimêr 12:00ê nîvro, bi du dronan êrişî hêzên PDKÎyê yên li Dola Akoyan a li Hewlêrê hat kirin.
Berpirsekî PDKÎyê ji Rûdawê re got, "Êriş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin û ziyana me ya canî nîne."
Her wiha herêma Serawê ya li Koyeyê, îro bi dronekê hat armanckirin.
Her îro, êrişî hêzeke li sînorê Hewraze Nefteyê ya Hewlêrê hat kirin.
Berpirsê Operasyonan Ebdulah Hemereşîd ji Rûdawê re got, "Nêzîkî demjimêr 02:00ê nîvro ya îro, baregeheke me bi du dronan û mûşekekê hat armanckirin."
Ebdulah Hemereşîd got, "Du endamên me birîndar bûn û rewşa tenduristiya wan baş e."
Li gorî şopandina Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve heta demjimêr 16:00ê êvara îro înê 13ê Adarê, Herêma Kurdistanê bi 294 dronan û mûşekan hatiye bombebarankirin.
247 dron û mûşek li Hewlêrê û sînorê parêzgehê ketine, 41 dron û mûşek li Silêmaniyê û sînorê parêzgehê ketine.
Her wiha di destpêka şer de 4 dron li parêzgeha Dihokê û 2 dron jî li Helebceyê hatine xistin.
Qurbaniyên îro û duh
Doh di êrişan de kesekî canê xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Îro jî du kes birîndar bûn.
Doh ji ber êrişan li Hewlêrê fermandarekî Fransayê canê xwe ji dest da û 6 leşkerên Fransayê jî birîndar bûn.
Her wiha doh di encama êrişan de, maleke ku li kampên Koyeyê ye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin bi dronan hat bombebarankirin.
Jin û mêrek û zarokeke malbatê ji ber wan êrişan birîndar bûn.
Her doh zarokek li taxa Qalawaeyê ya Silêmaniyê di encama ketina dronekê de bi sivikî birîndar bû.
Îro jî li nêzîkî Hewlêrê 2 endamên hêzeke ewlehiyê birîndar bûn.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku di êrişên doh de ji bilî leşkerên Fransayê, ti Pêşmerge birîndar nebûye.
Fermandarê Brîtanyayê yê bi navê Guy Foden, doh ji ajansa nûçeyan a Associated Pressê re diyar kir ku roja çarşemê bi çend dronan êrişî baregeheke leşkerî ya Hewlêrê hat kirin ku hêzên Brîtanya û Amerîkayê lê ne û "komek" leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.
Tevahiya qurbaniyan
