Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Ruhanî ya Kurdên Êzidî biryar da ku îsal ti merasimên fermî yên Cejna Serê Salê ya Êzidiyan li Perestgeha Lalişê neyên kirin.
Ev biryar ji bo parastina canê welatiyan û bi liberçavgirtina rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê hatiye dayîn.
Şêwirmendê Encumena Ruhanî ya Kurdên Êzidî Xalid Nermo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Xalid Nermo ragihand, "Ji bo parastina canê welatiyan û ji ber rewşa giştî ya herêmê û Rojhilata Navîn, îsal ti merasimên Cejna Serê Salê li Perestgeha Lalişê nayên kirin."
"30 hezar kes beşdar dibûn"
Xalid Nermo her wiha da zanîn, "Salane di vê pîrozbahiyê de nêzîkî 30 hezar kesan li Perestgeha Lalişê kom dibûn.
Lê ji bo îsal ku sersal dikeve 15ê Nîsanê, ti komcivîn û kombûn li Lalişê nabin. Xelk dikare li malên xwe merasimên cejnê li dar bixe."
