Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 7 salan, rêyên ku Til Temir, Dirbêsiyê û Serê Kaniyê bi hev ve girê didin ji nû ve hatin vekirin.
Vekirina rêyan bi çavdêriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Asayîşê pêk hat.
Di dema vekirina rêyan de yek ji fermandarên HSDyê Serdar Heleb û Fermandarê Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrînî) amade bûn.
Her wiha şandeyek ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî tevlî merasîmê bû.
"Dê xaleke hevbeş a demkî were danîn"
Fermandarê Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî li ser mijarê daxuyaniyek da.
